NISÊBÎN- Li Nisêbînê piştî pîrozbahiya Newrozê ciwanan meş li dar xistin. Polîsan êrişî ciwanan kir û hinek ciwan hatin girtin.
Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi tevlibûna deh hezaran kesan hat lidarxistin. Di kêliyên dawî de baraneke zêde bariya û girse ji qadê derket. Ciwanên di nava girseyê de tevî baranê jî dest bi meşê kirin.
Di dema meşê dê ciwanan têkildarî Rêber APO dirûşm berz kirin û polîsan jî bi ava şid û bombeyên gazê êrişî ciwana kir.
Ciwanan jî bi keviran xwe parast û hinek ciwan hatin binçavkirin.
ÊLIH- Newroza Êlihê ya ku bi deh hezaran kes qelebalix bû bi dawî bû. Bi hezaran ciwanên ku piştî Newrozê çûn nuqteyên kontrolê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” meş pêk anîn. Di meşa ber bi Taxa Taxa Koçeran ve polîsan bi TOMA’yan bi bombeyên gazê û ava zextê hewl dan mudaxeleyî ciwanan bikin û gelek kes binçav kirin.
Ciwanan jî bi kevir û daran bersiv dan mudaxeleya polîsan, bi şewitandina lastîkên li ser rê çalakiya xwe berdewam kirin. Piştî berxwedana ciwanan polîs neçar man paşve vekişin. Ciwan bi qîrîna dirûşmeyan li kolanên kêlekê meşa xwe didomînin.