ŞENGAL- Cejna Newrozê ku sembola bihar, vejîn û berxwedanê ye, îsal li çar parçeyên Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê û Ewropayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Ciwanên Kurd li her derê herikîn qadan, agirê ku sembola azadî û ronahiyê ye pêxistin, xwe avêtibûn ser û li dora wê govend gerandibûn.
Ciwanên Êzidîxanê yekem kes li Şengalê Newroz pêşwazî kirin. Ciwanan bi meşaleyan hatina Newrozê pêşwazî kirin. Bi sedan ciwanên Êzidî hatin cem hev û meşeke meşaleyî pêk anîn.
Di dema ku pankartên bi wêneyê Rêber APO û wêneyên Şehîd Sara û Şehîd Bişeng hatin hilgirtin, alên PKK, HPG û YJA-STAR’ê yên ji aliyê ciwanan ve hatin hildan reng li meşê kir.
Di tevahiya meşê de ciwanan dirûşmeyên Bijî Serok APO û Şehîd Namirin berz kirin.
Her wiha niha jî ciwanan bi meşê berê xwe dan qada ku newroz lê pîroz dikin û agir pêxistin.