FIRENZE – Ciwanên ji çar aliyên Îtalyayê ji bo bîranîna şoreşgerê Îtalyayî Lorenzo Orsetti (Tekoşer Pîlîn) ê ku 5 sal berê di nava refên YPG’ê de li dijî DAIŞ’ê şer dikir şehîd bibû, li Firensa li hev civiyan.
Ji rêxistinên cuda, sendîkayên kedkar, rêxistinên partî û pêkhateyên ciwanan enternasyonalîst beşdarî bîranînê bûn.
Ciwanên Torîno û Firensî ji bo bîranîna hemû enternasyonalîst û hemû şehîdên şoreşê sînevîzyonek amade kirin û ji hemû hevalên ciwan ên enternasyonalîst re ku bi paradîgmaya Rêber APO Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ji bo civakek azad têdikoşin, peyama hêvî û hêzê dan.
Li ser vê bingehê li zanîngehê bi beşdariya nêzî 100 kesî konferansa Jineolojî û Konfederalîzma Demokratîk hate lidarxistin.
Di dawiya konferansê de ciwanan dilsoziya xwe ya bi Rêber APO re anîn ziman û daxwaza azadiya fîzîkî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd kirin.