HAMBÛRG – Bi sedan ciwanên endamên TCŞ (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinen Ciwanên Tekoşer) hatin cem hev û li Hambûrgê Newroz pîroz kirin.
Ciwanan bi bîranîna şehîdên Newrozê wateya Newrozê anîn ziman, bal kişandin ser girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd û Newroz weke mîrateya herî mezin a çanda me nirxandin. Ciwanan diyar kirin ku gelê Kurd ê ku wate û girîngiya Newrozê ji bîr kiriye, dema şehîd Mazlûm Dogan 3 darên kîbrîtan şewitandin, careke din bi bîr anî.
Ciwanan bi pankarta “KET SÎHA KET” (SÎHA) pergala parastina hewayî ya ku gerîlayên Azadiyê li dijî SIHA pêş xistine silav kirin.
Ciwanên ku bi pankart û meşaleyan meşiyan gelek caran bê navber siloganên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Gerîla Bijî Berxwedana” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.