KOBANÊ- Doh evarê ji aliyê Yekîtiya Jinên ciwan ve li gundê Bîr Amer bi tevlîbûyina malbata şehîdan û gelên bwelatparez, cejna gelan hat pîroz kirin.
Şahî bi deqeqî rêzgirtin di şexsê şehîd Mazlûm Dogan û hemû şehîdên şoreşê hate destpêkirin.
Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên ciwan ji aliyê İslîm Îbrahîm axaftin hat kirin. Di axaftine de taybet li ser berxwedana gerîla û çalakiyên dirokî ku li çiyayên Kurdistanê ji aliyê gerîlayên azad ve tê pêşxistin û di heman de berxwedana Îmralî ku gihiştiye lutkeyekê nû balhat kişandin.
Bernamê bi stranbej, helbest û dengbejî ji Çanda Kurd ê Kevnar û Berxwerder pêşkeşî gel hat kirin. Di bin baranê de welatparezên gundê Bîr Amer agirê Newroze pêxistin û bi coşekî mezin salekî nû yê serkeftinê bi govendê ve pîroz kirin.