STRASBOÛRG – Ji Kurdistanê heta Ewropayê li gelek deverên cîhanê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Yek ji cihên ku pîrozbahî lê tên lidarxistin Strasboûrga Fransayê ye. Newroz cejna berxwedan û ji nû ve zayînê bi mizgîniya “îmkana bêbandorkirina SIHA’yan” a ji Fermandariya HSM’ê hat wergirtin, bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Di meşê de, alên Rêber APO, PKK’ê û meşaleyan ve banga hembêzkirina Rêber APO û berfirehkirina Têkoşîna Gelê Kurd hat rojevê.
Di meşa ji Place de Republique heta Place Kleber de bê navber dirûşmeyên “Zap, Avaşîn, Metîna Bijî Berxwedana Gerîlla”, “Bijî Serok APO”, “Jin, Jiyan, azadî” û “Nous sommes tous PKK” hatin berzkirin.
Di axaftinên li ser rê de hat destnîşankirin ku Newroz sembola berxwedana dîrokî ya gelê Kurd e û hat destnîşankirin ku “Kawayê hemdem Mazlûm Dogan e.” Hate diyarkirin ku “Meşaleya serketinê ya gelê Kurd a li dijî Dehaqê zalim di zindanên Amedê de hate pêxistin û gelê Kurd ê ku dihat xwestin were jibîrkirin, beriya 51 salan bi destê RêberAPO û rêhevalên wî gelê Kurd vejiya.”
Di axaftinên hatin kirin de hat gotin, “Heta ku Rêber APO û Kurdistan azad nebe wê têkoşîna me bidome” hat destnîşankirin ku meşaleya Newrozê wê weke sembola serhildan û berxwedanê heta jiyanê di destê gelê Kurd de bê hilgirtin.
Piştî meş li Place Kleber bi dawî bû, li ser navê şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Pîrozbahî li qada ku agirê Newrozê hat pêxistin bi govendan bi dawî bû.
Her wiha komîteya Newrozê ya Strasboûrgê banga tevlîbûna çalakiya navendî ya Newrozê ya di 30’ê Adarê de bê lidarxistin kir.