NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê Rehşan Demîrel bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 17’ê Adarê danê sibê li Esenyurt/Akçaburgazê li dijî doserên TIR’ê çalakiyeke sabotajê li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye;
Newroz sembola serhildana me, azweriya me ya azadiyê û têkoşîna me ya azadiyê ya bi sedsalan e li dijî zalim û “Dehaqan” ji hemû nijadan e. Agirê Newrozê yê ku gur dibe, agirê azadiyê ye ku di nava me de pê dikeve!
Me berdêla herî giran li vê axê da. Me di şert û mercên herî dijwar de li dijî dewleta faşîst û vê pergala mêtîngeriyê şer kir. Me serî netewand. Dema dem hat me tariyê bi bedena xwe veguherand agirê Newrozê ronî kir.
Weke berdewamkerên kevneşopiya şoreşgerî ku di şert û mercên herî newekhev de jî teslîm nabin û dest ji têkoşînê bernadin, me lez da çalakiyên xwe yên pîrozkirina cejna Newrozê ya gelê xwe.
Weke milîsên Rahşan Demîrel me sibeha 17’ê Adarê li Stenbolê taya Newrozê bilind kir. Me li Esenyurt/Akçaburgazê romorkên kamyonan veguherand meşaleya hesreta gelê xwe ya kedkar a azadiyê. Di encama çalakiya sabotajê ya ku me organîze kir de romork şewitîn.
Ciwan, kedkarên ku li ber zilmê serî natewînin! Li dijî Jîniyên Nûjen rawestin! Di nava refên şoreşa yekgirtî de cihê xwe bigirin! Kawayên di dilê gelê me de qet naqedin! Tevlî refên milîsan bibin û tevlî şer bibin ji bo hilweşandina vê desthilatdariya zordariyê!
Bijî Newroz!
Jİ Deheqan re mirin!
Rêya yekane Şoreşgertiya Yekgirti ye!