REQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a kantonên Reqayê di bin diruşmeya “AGIR BERDE ERŞÊ FAŞİZMÊ” bi boneya pîrozbahiya cejna Newrozê çalakiyên xwe didomînin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqqayê meşeke maşînê li dar xistin ku ji gundê El-Kesrat dest pê kir û gihişte Meclîsa Sivîl a ku Rêveberiya Xweser.
Ciwanan li vir pîrozbahiya Newrozê li dar xist, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de agir hat pêxistin û govend bi stranên gelêrî ve hate gerandin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşmeyên daxwaza fizîkî ya Rêber APO û slavkirina berxwedana gerîla meşa xwe li kolanên bajarê Reqayê berdewam kirin.