ATÎNA – Li Atînayê, di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd” bi pêşengiya jinên ciwan û ciwanan, pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin.
Mizgîniya dîrokî ya ku ji Fermandariya Biryargeha HSM’ê tê, coşa Newroza îsal qat bi qat zêde kir.
Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre Newroz li Rêber APO û Gerîlaya Azadiyê, gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê dijîn û girtiyên siyasî yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO dest bi greva birçîbûnê kirin hate pîrozkirin.
Di axaftina li ser navê Komeleya Çanda Kurdistanê de hat destnîşankirin ku gelê Kurd vejîna têkoşîna dîrokî ya ku 52 sal berê Rêber APO bi gotina “Kurdistan Metingeh e” daye destpêkirin. Hate gotin ku Newroz bi Mazlûm Dogan ê li Girtîgeha Amedê şehîd bû ji nû ve wateyek girt û heta roja îro hatiye.
Agirê Newrozê di nameya ku di 24’ê Adara 2006’an de li pey xwe hiştibû de gotibû: “Bijî Biratiya Gelan! “Azadiya gelê Kurd û Serok APO azadiya hemû gelên cîhanê ye.” Zarokên şehîd Elefterîa Fortulakî ku bedena xwe da ber agir, pêxistin.
Çalakî bi stran û govendê ji aliyê hunermend Şerîf Omer ve heta saetên derengiya şevê berdewam kir.