BERLÎN- Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û ciwanên enternasyonalîst, ji Gesundbrunnenê ya Berlînê heya Navenda Çand a Kurd meşeke bi meşaleyî pêk anîn.
Di meşê de pankarteke ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê kirin hat hildan. Her wiha ala TEV-DEM’ê ya mezin û wêneyên şehîdên Newrozê hatin hildan.
Di meşê de gelek caran dirûşmên mîna “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Ciwan Fedaiyên Rêber Apo’ne”, “Bijî Berxwedana Zîndanan” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.
Piştî meşê ciwan hatin ber Navenda Çand a Kurd û li wir pîrozbahiyên xwe yên Newrozê dom kirin. Ciwanan li ber dirûşmeyan govend gerandin û dawî li pîrozbahiya Newrozê anîn.