NAVENDA NÛÇEYAN – Şahiya Newrozê li Çarxerêya Emeksiz Ust a li navçeya Battalgazî tevî hewaya sar jî hate lidarxisti û tevlîbûneke zêde ji şahiyê re çêbû. Di şahiyê de wêneyê Kemal Kûrkût hate hildan ku sala 2017’an di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Qad bi alên DEM Partiyê tejî bû û demek dirêj govend hate gerandin.
Di tevahiya şahiyê de dirûşmeyên “Kemal Kûrkût nemir e”, “Newroz pîroz be” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Hevserokê Meletiyê yê DEM Partiyê Nazim Bayram Newroza welatiyan pîroz kir, erdhejên 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû bi bîr xist û polîtîkayên desthilatdariyê rexne kirin.
Di şahiyê de peyama siyasetmedara girtî Sebahat Tûncel a ji Newrozê re şandî, hate xwendin. Di peyama Sebahat Tûncel hate destnîşankirin ku Newroz navê berxwedan, vejîn û hişyariyê ye.
Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê ya DEM Partiyê Sevîm Şîmşek Bayram wiha got: “Ev qad qada azadiyê ye.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî ev tişt got: “Dawî li tecrîdê bînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bikin ku hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re bên kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, muxabat Birêz Ocalan e.”
Şahî bi stranên komeke ji Navenda Çanda Mezopotamyayê dewam kir û agirê Newrozê hate vêxistin.
HAYMANA
Li navçeya Haymana ya Enqereyê jî, li şahiya Newrozê hate lidarxistin. Di şahiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin. Namzetê Hevşaredariya Haymana ya DEM Partiyê Mahmût Başaran diyar kir ku ew ji bo rêvebera şaredariyeke ku gel bikare xwe lê rêve bibe, bûye namzet.
Ji Hevserokatiya Enqereyê ya DEM Partiyê Fatîn Kanat jî destnîşan kir ku Newroz sembûla berxwedan û azadiyê ye û ji bo namzetên li bajêr piştgirî xwest.
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî wiha got: “Divê aştiyeke bi rûmet were vî welatî û divê ev daxwaza me neyê astengkirin. Muxatabên çareseriyê diyar in, li Îmraliyê tecrîdeke girankirî heye. Divê deriyên Îmraliyê vebin, maseya çareseriyê ji nû ve bê danîn.”
Şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Çavkanî: ANF