FRANKFURT – Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li seranserê Ewropayê û bi beşdariya bi hezaran kesî hat lidarxistin de, ciwanan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin, di hevdîtinên ku ji ajansa me re kirin de bal kişandin ser girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd.
Di Newroza ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” hate pîrozkirin, li qadan teknîka şer a nû ya Fermandariya HSM (Navenda Parastina Gel) ya li dijî balafirên keşfê bi dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.
Ciwanan destnîşan kirin ku Newroz ji bo gelê Kurd bi têkoşîna ku 52 sal berê daye destpêkirin, ji bo gelê Kurd wateyeke nû bi dest xist, ciwanan Newroza Rêber APO û gerîlayên azadiyê pîroz kirin.
Her wiha ciwanan diyar kirin ku Newroz rengê azadiyê ye û gotin, “Newroz têkoşîn û berxwedan e. Newroz PKK ye. Hêvîdar im Newroz ji bo gelê Kurd bibe sedema ronahiyê.”
Ciwanan diyar kirin ku divê hemû ciwan û gelê Kurd ku hest bi Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bêbersiv nemînin û gotin: “Rêberekî me yê weke Rêber APO û gelê me yê hêja heye. Em ê bi ser bikevin.”
Jinên ciwan û ciwanên bi cil û bergên neteweyî Newroz pîroz kirin, gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Sero Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîlla” berz kirin.