NAVENDA NÛÇEYAN – Îsal li seranserê Kurdistan û welatên Ewrupayê Newroz bi coşek mezin hate pîrozkirin, li Rojhilatê Kurdistanê ev coş hêjayî dîtinê bû.
Tevî Serdeştê li gundên Ade û Qelatanê yên Neqedeyê, li gundên Beyrem, Hacîalîkend, Qizilqopî û Kumqela yên Mahabadê, li gundê Eskerava yê Miyanduavê, li gundên Milqirni, Xurdelûkî û Şemse yên Seqizê, li gundê Nêy ê Mêrîwanê, li gundên Wetemêş û Îngîce yên Bokanê, li gundê Zêwe yê herêma Mirgewer a Ûrmiyeyê, li bajarokê Şabad ê Kirmaşanê û gelek deverên din agirê Newrozê hate dadan.
Kurdan heta nîvê şevê li dora agir govend gerandin.