MÎDYAT- Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li Midyadê bi beşdariya bi hezaran welatiyan hat lidarxistin de, hat dîtin ku gel bi cil û bergên neteweyî wêneyekî rengîn afirandin.
Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Piştî axaftina Hevseroka DEM Partiya DEM’ê ya parêzgeha Midyadê Necla Acıbuca, namzetên Hevserokatiya Şaredariya Midyadê ya DEM’ê Huda Erdem Aslan û Hikmet Duman derketin ser dikê û banga parastina sindoqan li gel kirin.
Pîrozbahî bi stran û govendên koma Koma Ritmen Azad berdewam kir. Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya DEM Partiyê Devrîm Demîr ku piştre derket ser dikê, Newroz li gelê Midyadê pîroz kir û greva birçîbûnê ya li girtîgehan silav kir.
Di axaftina Devrîm Demîr de gel gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Devrîm Demîr anî ziman ku gelê Kurd di dîrokê de ji bo azadiya xwe bedelên mezin dane û got, “Em xwediyê van xakan in. “Yên ku dê dîsa azadî û aştiyê bînin van xakan em in.