QENDÎL- Bi sedan Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên Newrozê yên li Çiyayê Qendîlê de çûn serdana goristana şehîdan.
Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogar Riha bi salane li Başûrê Kurdistanê di nava Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê de ked dane û bûne parçeyek girîng a têkoşîn û rêxistinbûna ciwanên Başûrê Kurdistanê. Ji ber vê yekê ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê bi ruhê Apoyî û vîna gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîdên xwe bi bîr anîn.
Ciwanan di vir de li ser goristana Şehîd Sara Hogir Riha û Şehîd Bişeng Brûsk bîraninekî li darxistin.
Di serî de di şexsê herdu hevalên pêşengên ciwanan ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyekî rêz girtin hate girtin.
Piştê rêzgirtin ciwanan li ser gora her du şehîd mum pêxistin.
Di vê navberê de ciwanan di merasîmê de axaftin kirin û destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo bîranîna şehîdên rêya heqîqet û azadiyê bilind bikin û civaka Başûrê Kurdistanê li ser esasê îdeolojiya Rêber Apo û PKK’ê bi rêxistin bikin.
Hat gotin ku dijmin kêlî bi kêlî xwe xurt dike, lewma erka me weke ciwanên Apoyî ye ku xwe xurt bikin û Kurdistanê biparêzin.
Di bîraninê de hin ciwan û çalakvanên Ewropî jî amade bûn.
Merasîm, bi gotina “Şehîd Namirin” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.