ARNHEM – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tewgera Ciwanên Şoreşger) bi boneya Newroza ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, tê pîrozkirin, ji ajansa me re axivîn.
Berxwedana dîrokî ya PKK’ê ku beriya 52 salan li bendava Çubukê bi dirûşma “Kurdistan Metîngeh e” ji aliyê Rêber APO ve hate destpêkirin û heta îro dewam dike, bûye vejîna gelê Kurd. Ciwanên ku bi vê ramanê Newroz pîroz kirin gotin, “Gerîlayê Azadiyê di pêşengiya Rêber APO de ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe. Rêber APO bi PKK’ê re gelê Kurd ji nû ve şiyar kir. ”
Rêber APO bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya ku afirandiye ji bo gelê Kurd û hemû gelan bûye çavkaniya hêviyê. Gotina dijmin a li Agiriyê ya “Kurdistana Xeyalî li vir miri ye” bi berxwedana PKK’ê guherî û bû “Kolonyalîzma Xeyalî li vir miri ye” bû xwedî wate. Ji ber vê sedemê Rêber APO zêdetirî 25 sal in di bin tecrîda girankirî ya li Sîstema Îşkenceya Îmraliyê de ye.
Li gel vê rewşê jî ciwanan gotin, “Fikr û ramanên Rêber APO ji bo me pir girîng û bi nirx in. Em weke ciwan dixwazin fikir û ramanên Rêber APO ji bo azadiya gelê Kurd bi cih bînin” û got in, “Em dixwazin Rêber APO ne tenê bi fikir û ramanê xwe, di warê fizîkî de jî di nava me de be.”
Ciwanên APO’cu bal kişandin ser girîngiya gotina Murat Karayilan a “Tişta ku doza azadiya Kurdistanê hewce dike ev e; yekîtiya neteweyî ye. Lewma stratejiyeke neteweyî ye. Di vê serdema dîrokî de gelê Kurd xwedî stratejiyeke netewî be” silav ji çar parçeyên Kurdistanê re şandin û wiha gotin: “Em hemû yek in, ferq nake em ji kîjan partiyê bin. Em hemû gelê Kurd in.”
Mizgîniya ku ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) ve hat ragihandin, ji bo Têkoşîna Gelê Kurd serdemeke nû ava kiriye. Dijminê ku difikire bi teknîkê dikare gerîla têk bibe, her roj derbên giran ji têkoşîna Gelê Kurd, dixwe. Operasyonên şoreşgerî yên dawî û xistina SIHA’yan careke din bêserûberiya gerîla nîşan da.
Ciwanên APO ev rewş bi gotina “Her çalakiya Gerîla ji bo me pir girîng û bi nirx e. Ev çalakiyên gerîla me gav bi gav nêzî azadiyê dike” pîroz kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kirin. “Çalakiyên xistina balafiran em gelekî kêfxweş kirin. Bi vê nûçeyê ketina Newrozê kêfxweşiyek taybet da me.”