CENEVRE – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinen Ciwanên Tekoşer) li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin cem hev û piştî Newroza Belçîkayê êrîşên li ser Kurdan protesto kirin.
Ciwanên ku bi alên Rêber APO û PKK’ê meşiyan li gara trenê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê TCŞ’ê Botan Cizîr axivî û wiha got:
“Weke hûn jî dizanin, îro danê êvarê di Newrozê de li dijî malbata me ya Kurd êrîşeke qirêj pêk hat. Tirkên faşîst bi sloganên Allah û Ekber êrîşî malbata me ya Kurd kirin. Çawa ku Kurd û malbatên me li jêrzemînên Cizîrê şewitandin, li Belçîkayê jî bi heman zihniyetê hewl dan malbata me bişewitînin. Em vê êrîşa hovane bi tundî protesto dikin.”
Botan Cizîr “Em weke ciwanên TCŞ’ê yên Cenevreyê vê êrîşê protesto dikin. Em bang li we dikin ku hûn ciwan û malbata xwe ya Kurd biparêzin.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “PKK gel e gel li vir e” û “PKK tolhildan” hatin berzkirin.
Her wiha ji bo çalakiya ku wê sibe li Belçîkayê bê lidarxistin û Kurdistaniyên ji çar aliyên Ewropayê beşdar bibin bangawazî hate kirin.