KOBANÊ- Weke ku tê zanîn Rêber APO 25 sal berê bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin û di vê serdemê de her tim bi îşkence û tecrîda herî giran re rû bi rû ma. Herî dawî 25 ‘ê Adarê 2021’an de ji Rêber APO agahi hatiye girtin. Bi taybetî ev 37 meh in di bin îşkenceyên giran/tecrîta mutleq de, ku di ti qanûnên cîhanê de nehatiye dîtin de ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Li ser vê bingehê gelê Kurd û dostên wê di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dirûşmeya “JI RÊBER APO RE AZADÎ Jİ PİRSGİRÊKA KURD RE ÇARESERΔ dest bi pêngaveke mezin kirin.
Îro ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Kobanê a Sirinê bi tevlîbûyina sedan jinên ciwan û jinên Kobanê di çerçoveya pêngeva “Ji Rêber APO re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” meşa girseyî hat li darxistin.
Jinên ciwan 37 meh tu agahî ji Rêber APO ne girtin û tecrîda girankirî li ser Rêber APO şermezar kirin.
Bi sloganên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” jinên ciwan di nav bajar de heta Şaredariya Sirinê meşiyan.
Piştî meşê ji aliyê endamê Yekitiya Jinên Ciwan Nadia ve ji bo giringiya meşê axaftinekî hat kirin,
Di axaftin de hat gotin ku, “Em wekî jinên ciwan li hemberê esareta Rêber APO her tim tekoşîn bikin û wek jinên ciwan çî ji me were xwestin emê erka xwe ya pêşengtiyê pêk binin.”
Her wiha hate diyar kirin ku, “Rêber APO ji di zindana Îmralî de ji bo jin û gelan fikir û felsefeyekî ava kir, û ev fikir û felsefe wê bibe azadiya hemû gelan.”
Çalakî bi slogana Bijî Serok APO hate bi dawî kirin.