HESEKÊ- Roja şehadeta Elefterya Fortûlakî, ku di 24’ê Adara 2006’an de li Atînayê ji bo protestokirina zextên li ser Rêber APO û Komploya Navneteweyî bedena xwe da ber agir û şehîd bû, ji aliyê tevgera enternasyonalîst a apoyî weke roja bîranîna şehîdên enternasyonalîst hat îlan kirin û di 4 salên dawî de li Rojavayê Kurdistanê di vê rojê de merasîmekî tê li darxistin. Duh jî li Hesekê bîranîna 4’emîn a şehîdên enternasyonalîst ku bi rihê serferberî tevlî şoreşê apoyî bûn, hat li darxistin.
Qada bîranînê bi wêneyê şehîdan û alên YPG’ê û YPJ’ê hatin xemilandin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre li ser têkoşîna şehîdên enternasyonalîst axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Şehîdan bi fedekariya xwe hemû sînorên di nava dewletan de ji holê rakirin. Bi têkoşîna xwe şoreş gihandin astekî kûrewî. Bi rêya girêdana Hakî Karer û Elefterîa Fortûlakî heta roja me ya îro girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku gotinên wî li hemû cîhanê belav bû hate eşkerekirin. Derbaskirina astengiyan, hêzeke mezin a tevgerê ye û ev yek bi eşkerekirina gerîlayên nûjên dronên keşfê ku beriya niha bi çend rojan weke ‘mizgînî’ ji bo Newrozê hatibûn belavkirin, careke din eşkere bû.”
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik jî axivî û bal kişand bi ser serpêhatiya xwe ya bi hevrêyên xwe yên enternasyonalîst re.
Pişt re sînevîzyonekî bi dîmen û dengê şehîdên enternasyonalîst hat temaşekirin.
Di bîranînê de Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo Rêber Apo ê ku niha li Îmraliyê têdikoşe, peyameke taybet da û got: “Tu carî nikaribin fikir û hêviyên şehîdan binax bikin, ji ber ku dê her tim di dilê me de bin.”
Dayik û bavê Şehîd Andok Cotkar (Konstantin Gedig) Ute Ruß û Thomas Gedik ku di sala 2023’an de beşdarî bîranînê bibûn, bi rêya dîmen tevlî bîranînê bûn û beşdarvan silav kirin. Dayik û bav Ute Ruß û Thomas Gedik bal kişandin bi ser girîngiya berxwedan û vegotina çîrokên kesên ku bandoreke mayînde kirine.
Dûvre klîpê stranekî nû ku ji aliyê Komuna Ciwanên Enternasyonalîst ve ji bo bîranîna şehîd Helefteriya Hambi (Eva Maria Steiger) hatibû amadekirin hat pêşkêş kirin.
Piştre jî şanoyê “Prometheus” ji aliyê Koma Şano Çiya hat pêşkêş kirin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.