NAVENDA NÛÇEYAN – Pêşbîrka Helbest û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî ku ji sala 1993’an û vir ve her sal bi awayekî kevneşopî tê lidarxistin, wê îsal bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) bê lidarxistin.
Komîteya amadekar daxuyaniyeke nivîskî da û banga tevlîbûna pêşbîrkê kir.
Daxuyaniya komîteya amadekar wiha ye;
Em we vedixwînin ji bo 31’emin pêşbîrka wêjeyê ya Hüseyin Çelebî! Ew pêşbîrk wê di 12’ê Cotmeha
2024 de li Berlînê were lidarxistin.
Bi dehan salan em hurmetê didin mîrasa Hüseyin Çelebi, pêşengê Tevgera Azadîya Kurdistan li
Elmanya û damezrînerê rêxistina xwendekarên Kurd li Ewropa.
Ked û hewldanên wî rêya pêkanîna çandê û xebatên sîyasî ji bo çend nivşên ji dîaspora ya Kurdan
vekir.
Ew cejna wêjeyê bi berhemên we pêktê! Helbest bin an jî Çîrok bin, hûn dikarin berhemên xwe bi
Almanî, Kurmancî, Soranî, Kirmanckî (Zazakî) an jî Tirkî amade bikin.Berhemên we dikarin li malê, li dibistanê, li zaningehê an jî li girtîgehê werin çêkirin.
Ji kerema xwe berhemên xwe heya 5’ê meha Tebaxê bişînin vê E-Mailê:
literaturkomitee2024@proton. an jî bi rêya postayê bi navnîşanê ku hate nivîsandin bişînın.
Ferat Kocak
Schierker Straße 26
Berlin
Ji kerema xwe bala xwe bidin pîvanên formata nivîsê:
– Times New Roman
– mezintîya nivîsê: 12 pt
– dûrbûyîna navbera rêzê nivîsê: 1.5
Cejna wêjeyê ya Hüseyin Çelebi bi berhemên we pêktê! Ji bona wê bihêlin ku afirînertî û hêstên we
biherikin!
Emê bi kelecanî li benda helbest û çîrokên we bin!
Slav û Rêz
Komîteya amadekar a pêşbirka Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî