WÎNTEHRTÛR- Kurdistaniyên li bajarê Winterthur ê Swîsreyê hatin gel hev, êrîşa li herêma Limburg a Belçîkayê ya li dijî malbatên Kurd ên faşîst ên Tirk protesto kirin.
Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de, ciwanên Kurd û Kurdistanî alên PKK’ê vekirin û dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Terorîst Tirk”, “Faşîst Erdogan” qîriyan.
Di çalakiyê de li ser navê Komeleya Çanda Kurd a Winterthurê Hevseroka Giştî Coşkun Dêrsim axaftinek kir.
Dersimê êrîşên faşîst protesto kir û destnîşan kir ku polîtîkayên îmha û înkarê yên AKP û MHP’ê wê gelê Kurd netirsîne. Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi milyonan Kurd li qadên Newrozê ji bo azadiya Rêber APO qîriyan.
Dêrsim da zanîn ku sedema bêhişmendiya AKP’ê û hevkarê wê yê biçûk MHP’ê li hemberî çalakî û berxwedana bi rûmet a PKK’ê ye û got, “Gelê Kurd wê li hemberî zextan serî natewîne.”
Endamê Komeleya Çanda Kurd a Winterthurê Îbrahîm Guner diyar kir ku bi sedan Tirkên faşîst li dijî Kurdên ku piraniya wan malbatên Rojava ne, bi plan û organîze êrîş pêk anîne.
Guner, anî ziman ku armanca wan komkujiyeke mîna Madîmakê ye û got, “Li Ewropayê ku nirxên demokratîk lê tê jiyandin, têkoşîna rewa û mafdar a Kurdan tehamul nekirine û xwestine qir bikin. Me bi ruhê xwe biryar da. Ji aliyê Rêber APO ve hatiye afirandin, bi hişmendî û îradeya tevgera azadiyê em ê ji doza xwe ya azadiyê tawîz nedin. Kurdê berê.” got.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Tolhildan” bi dawî bû.