LÎMBOÛRG – Li bajarokê Heûsden-Zolder ê li herêma Lîmboûrg a Belçîkayê, Kurdên ku piraniya wan ji Rojava ne, duh rastî êrîşa bi sedan nijadperestên AKP-MHP’yî hatin. Bi dehan kesên xwe li maleke girtin, gefa şewitandinê li wan hat xwarin. Di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên ji deverên cuda yên Ewropayê li pêşiya Parlementoya Ewropayê ya li Brukselê kom bûn.
Di çalakiya protestoyê ya li Qada Luksembûrgê hate lidarxistin de gelek caran dirûşmên mîna “Tolhildan”, “Faşîst Erdogan” û “Dîktator Erdogan” hatin berzkirin. Di çalakiyê de ji xeynî alên PKK, PJAK û KJAR’ê posterên Rêber APO hatin hildan. Di çalakiyê de her wiha posterê mezin ê Rêber APO û ala PKK’ê jî bal kişand.
Ciwanan berê li ber Parlemena Ewrûpayê êrişa nijadperst a Tirk û xemsariya polîsan şermezar kir.
Dûre jî li kolanên Bruksel ên li derdora Parlemena Ewrûpayê meş pêk anî. Polîsên Belçîkayê tevî êrişên bi gaz û ava şidandî qasî 2 hezar û nîv nekarî pêşiya ciwanan bigirin. Ciwanan di tevahiya meşê de siloganên ji bo azadiya Rêber Apo, PKK û gerîla qîriyan.
Ciwanan piştî 2 seat û nîv çalakiya xwe bi siloganên tolhildanê û daxwaza azadiya Rêber Apo dawî kir. Lê ciwan heya dereng evarê di nava tevgerê de ne.