STUTTGART – Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ên li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê (Jinen Ciwanên Tekoşer) hatin cem hev, êrîşa li hemberî malbata Kurd a ji Newrozê vedigeriyan şermezar kirin.
Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li Kobane Platz (Schlossplatz) hatin cem hev û bi meş û dirûşmeyan êrîşa nîjadperest protesto kirin.
Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê li kolanên Stûttgartê bi alên PKK û Rêber APO meşiyan û bi dirûşmeyên “Tolhildan, tolhildan”, “Bimre faşîzm”, “Bijî Serok APO” “Kurd li vir in faşist li ku ne?” meşa xwe ya 5 km berdewam kirin.
Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê û dirûşmeyan bi dawî bû.