NAVENDA NÛÇEYAN – Li sînorê Mîşaw ya serbi Seqizê, kolberek Kurd ji sermayê jiyana xwe ji dest da, li Merîwan jî di êrişa hêzên Îranê de kolberek birîndar bû.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di 24’ê Adarê de li sînorê Mîşawî ya ser bi Seqizê kolberê bi navê Hestyar Ebdul Kerîmî ku temenê wî 15 salî bû, jiber sermayê jiyana xwe ji dest daye. Tê gotin duh cenazeyê Hestyar hatiye dîtin.
Heman çavkaniyê ragihand ku di heman rojê de li sînorê Merîwan jî di encama êrişa hêzên Îranê de kolberê bi navê Mîllad Husênî (16) birîndar bûye.