NAVENDA NUÇEYAN- Ciwanên Welatparêzên Başurê Kurdistanê bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê û çend çalakiyên cuda, berxwedan û têkoşîna şehîdên rêya heqîqet û azadiyê bi bîr anîn û tekez kirin ku berxwedana şehîd Bişeng Brûsk, Tolhldan Qendîl û Şehîd Sara Hogir Riha wê bibe bingeha têkoşîna wan.
Şehîd Bişeng Brûsk, Sara Hogir Riha û Tolhldan Qendîl bi salan li Başûrê Kurdistanê xebat û têkoşîn kirin û bûn sedemek bi bandor ji bo pêşxistin û naskirina ciwanên Başûrê Kurdistanê bi ramana Rêber Apo re. Her yek ji wan şehîdan bi têkoşîna xwe bandoreke xurt li ser civaka Başûrê Kurdistanê kiriye û ji ber wê jî Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê çendîn çalakiyên cuda ji bo rêzgirtin li bîranina şehîdan lidar xistin.
Tevî zêdebûna êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya Kurdistanê şerekî taybet li dijî jin û ciwanan dimeşîne, lê ciwanên Başûrê Kurdistanê bi israr in ku têkoşîna xwe û ramanên Rêber APO berdewam bikin.
Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê tekezî li ser parastina nirxê azadiyê ku xwîna şehîdan e û bi rêxistinkirina civaka Başûrê Kurdistanê li ser ramanên Rêber Apo û PKK’ê ye.