ZURÎCH – Li Zurîch a Swîsreyê, ciwan û gelê Kurdistanê hatin cem hev û bi armanca protestokirina êrîşa tirkmenên faşîst ên li Belçîkayê li ser malbateke Kurd pêk hat, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Li ser navê TCŞ’ê Hogir Bagok daxuyanî da û wiha got;
“Roja Yekşemê çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê êrîşî malbatên Kurd ên ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li taxa Kessel-Lo ya nêzî Leuven a Belçîkayê hatibûn cem hev, kirin û bi armanca şewitandina malên malbatên Kurd hewl dan komkujiyê pêk bînin. ”
Hogir Bagok “Gelê me yê ku piştî pîrozbahiya Newrozê danê nîvro bi wesayîtan vegeriya, li Heusden-Zolder rastî êrîşa çeteyên MÎT’ê yên faşîst hat. Ev êrîş êrîşa li dijî ruhê Newrozê ye. Bila gumana çeteyên Tirk nemîne ku em jî weke ciwanên TCŞ’ê û gelê Kurdistanê em ê bersiveke tund bidin van êrîşan.
Hogir Bagok, diyar kir ku dê agirê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan ê vê serdemê ne vemire û got, “Di dema ku êrîşa li ser her axa Kurdistanê ya dagirkirî bi berxwedana gerîla, Komara Tirk û çeteyên wê re rû bi rû ma. Yê ku nikarîbû vê bihese, her êrîşek li dijî destkeftiyên me yên li Ewropa û Bakurê Kurdistanê rewa kir. Li aliyê din em weke ciwanên Kurdistanê her êrîşa qirêj a li dijî vîn û nirxên gelê Kurd li Ewropa û li her parçeyekî Kurdistanê şermezar dikin û ji gelê xwe yê welatparêz re radigihînin ku ev êrîş wê bê bersiv nemînin. .
Ciwanên ku piştî axaftina Hogir Bagok meşiyan bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî PKK”, “Terorîst Tirk” û “Faşîst Erdogan” dawî li çalakiya xwe anîn.