STRASBOÛRG – Gelê Kurdistanê bi pêşengiya endamên (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinen Ciwanên Tekoşer) li Strasboûrgê hatin gel hev, êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li Belçîkayê li ser malbateke Kurd şermezar kirin.
Malbata Kurd a ku ji bo pîrozkirina Newrozê li navçeya Kessel-Lo rastî êrîşa hovane hat û hat xwestin ku bi saxî bê şewitandin. Di encama êrîşan de 6 welatiyên Kurd birîndar bûn ku birîna 2 ji wan giran e.
Ciwan û gelê Kurdistanê li ser vê bingehê li hev civiyan, êrîşên hovane protesto kirin û diyar kirin ku ev êrîş li dijî pêngava “Azadiya Rêber APO, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd” e.
Ciwanan diyar kirin ku ev êrîş ji aliyê saziyên wek Diyanetê ve bi zanebûn hatiye organîzekirin, bang li dewletên Ewropayê kirin ku li hemberî van pêkhateyên mîna DAIŞ’ê tedbîran bigirin.
Gelê Kurdistanê ku alên Rêber APO û PKK’ê hildan, bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” dawî li çalakiya xwe anîn.