NAVENDA NUÇEYAN- Berkay Yildirim ê 24 salî yê xwendekarê Beşa Dîroka Hunerê ya li Karabûkê Îsmaîl Necatî Efendî ya KYK’ê dema ku hevalên wî ji bo sahûrê diçûn salona xwarinê, xwe ji qata 3’yemîn avêt û întîhar kir. Li ser agahiya gelê derdorê ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat fêhmkirin ku Yildirim jiyana xwe ji dest daye.
Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.