QAMIŞLO – Îro ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Qamişlo şehîdên Hefteya Qehremantiyê bibîranîn. Hefteya Qehremantiyê di 21’ê adarê de bi cejna Newroz û şehadeta Mazlûm Dogan dest pê dike û heya 28’ê adarê, roja şehadeta fermandarê pengava 15’ê Tebaxê Egîd (Mahsûm Korkmaz) berdewam dike.
Di dest pê kê de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştre derbarê hefteya qehremantiyê axaftin hatin kirin û di dawiyê de jî sînevîzyonekî bi nirxandinên Rêber Apo li ser vê mijarê hat pêşkêş kirin.