NÛRNBERG – Di çalakiya ku ciwanên endamên TCŞ’ê (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê (Jinen Ciwanên Tekoşer) amade bûn de, êrîşa komên faşîst a 24’ê Adarê ya li Heusden-Zolder a Belçîkayê li dijî malbatên Kurd ên ji Newrozê vedigeriyan hat lidarxistin, hat protestokirin. .
“Li dijî Êrîşa Tirkên Faşîst a li ser Kurdên Belçîkayê!” Ciwan û Kurdistaniyên ku êrîş bi pankartan protesto kirin, daxuyaniyek çapemeniyê dan.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya bi Kurdî û Elmanî de hate destnîşankirin ku ev êrîş ji aliyê çeteyên AKP-MHP’ê ve bi awayekî organîze hatine kirin.
Ciwanan destnîşan kirin ku polîsên Belçîkayê di dema êrîşa ku dixwestin malbatên Kurd di malên xwe de bi saxî bên şewitandin, weke temaşevan ma û bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî van êrîşan û spîkirina faşîstên Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Zap Avaşîn Metîna, Bijî Berxwedana Gerîla” hatin berzkirin.