SILEMANÎ- Nûnerên Navnetewî ya ciwanan di çarçoveya serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê û piştî beşdarbûna di pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê de, bi beşdariya Ciwan û Jinên Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê çalakiyeke hevbeş pêk anîn.
Li gel pevguhertina nêrînên cuda li ser rewşa dawî ya siyasî û civakî ya Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve du semîner li ser Konfederalîzma Demokratîk û dagirkeriya Dewleta Tirk a faşist hatin pêşkêşkirin.
Di her du semîneran de bal hat kişandin ser girîngiya Konfederalîzma Demokratîk û çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê. Her wiha hate destnîşankirin ku êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk a faşist li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin û hate gotin ku ji bo rê li ber berdewamiya êrîşên dagirkeriyê bê girtin û bandorên neyînî yên modernîteya kapîtalîst û neo-lîberalîzmê biqede, divê fikir û çareseriyên Rêber APO li ber çavan bên girtin û bi baldarî bên xwendin.
Di dawiyê de hem nûnerên Ciwanên Enternasyonal û hem jî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Başûrê Kurdistanê teqezî li ser berfirehkirina têkoşînê li dijî êrîşên paqijiyê yên pergala sermayeya cîhanî ya bi pêşengiya NATO’yê li dijî gelê Kurd û dostên wê, têkoşîn berfireh kirin û divê di çerçoveya fikrê Rêber APO bên bi rêxistinkirin.