NAVENDA NÛÇEYAN –
Ya rastî sîstema kapîtalîst bi xwe jî hewl dide xwe ji destên xwe xilas bike, ji lewra mirov dikare fêhm bike ka çima em bala xwe didin avakirina civakbûnê. Sosyalîzmên me yên dused salan jî di nava kapîtalê de asîmîle bûn, ji lewra nabe ku aqûbeta me jî bibe weke ya wan şervanên bi îdealên mezin ên mirovatiyê rabûn. Nabe ku em di nava refên lanet li wan kirî de cih bigirin. Ji vê jî wêdetir, nabe ku em Sokrates, Bûda û Zerdeşt weke ku gotinên xwe yên dawî gotine û bêdeng bûne bihesibînin. Eger ji nû ve em wan bi ruh nekin hingî me ji felsefeya azadiyê ti tişt fêhm nekiriye. Wekî din mirovatiyeke dinale heye, heta mirov êşên wê nekewîne, xwezayeke tê talankirin heye, heta mirov vê talanê ranewestîne, eşqeke bêbextî lê hatiye kirin heye, heta mirov bersiva wê nede, ma mirov dikare behsa kîjan jiyanê bike?
Eger ez qala zanistîbûna parêznameya xwe bikim, gotina min a pêşî pirseke wiha ye; kîjan zanist? Eger weke hîmê bingehîn zanist ‘xwe naskirin’ be, hingî berevajiyê tê zanîn zanist û bi taybetî jî pozîtîvîzma sîstemê weke îdeolojiya fermî qebûl kiriye, ji bo mirov xwe nas neke xwedî rol e. Qonaxên dîn û metafizîkê yên ku gelekî rexne dike, belkî jî ji pozîtîvîzmê bêhtir nêzî zanistê ne. Bêguman di serî de zanistên insanî. Jixwe wexta mirov hûrûkûr baş bala xwe bide zanistên xwezayê jî mirov ê bibîne bi analîzên dawî ew jî di kategoriya zanista insanî de têne qebûlkirin. Belkî jî pozîtîvîzm dîn û metafizîka herî seresere ye. Mirovatî di ti qonaxa dîrokî de evqasî bi awayekî hov ji xelekên xwe yên zincîrwarî nebûbû. Dîsa evçend nehatibû asêkirin û girêdan. Li ser civak û xwezayê desthilatdarî evçend nehatibû danîn. Ev bi tevahî bi tenê bi dîn û metafizîka pozîtîvîst hatin bicihanîn.
Mirov heta xwe nas neke, dest bi çi hewldaneke zanistî bike, wê bi felsefe û dînekî dogmatîk bi encam bibe. Bi gotina ‘xwenaskirinê’ mebesta min fikra mirov dixe navenda xwe nîne. Ez dixwazim bibêjim ku mirov dikare kozmos û kaosê bi tenê bi çavdêriya hundirîn û bi hisên xwe yên ceribandinên hûrûkûr red nakin, fêhm bikin. Wexta cihê wê bê, ez ê nîşan bidim ku zanista xwe dispêre cihêkirina obje-sûbjeyê çawa koletiyê rewa dike. Ez ê îspat bikim ku objektîvîzm xwe çawa mezin dike û ev yek bi piçûkbûnê re çawa yek e. Ez ê bi heman awayî raber bikim ku objektîvîzma zanistî, alîgiriya hegemonya û kapîtalîzma herî rezîl e. Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihiştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye. Di encama vê têgihiştinê de cehaleta mezin di çêkirina zarokan de heye. Felsefeya me zanisteke welê dike bingehê xwe ku sedemên vê cehaletê yên di mirov û sîstemên hegamonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên beridandinê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike. Kapîtalîzmê zanist pêşde nebir, bi kar anî. Bikaranîna zanistê ji aliyê exlaqî ve ne bi tenê rê li ber rewşên xirab vedike, di heman demê de gelek Hîroşîmayan çêdike. Jiyaneke manedar diqedîne. Jiyana medyatîk û sîmulasyon, gelo serketina zanistê ye? Yan jî manewendakirina jiyanê ye? Ez li vir qala keşfên teknolojîk û zanistî nakim. Ez li vir hewl didim rave bikim ku weke dînê zanistê pozîtîvîzm, zanist nîne. Heta ku mirov xwe ji hukumraniya zanistî ya pozîtîvîzmê xilas neke, di serî de ya dewletneteweyê, xilasbûna ji ti hukumraniya desthilatdariyê mumkin nîne. Di serdema me de pozîtîvîzm dînê rastî yê pûtperestiyê ye.
Weke encam, nexweşiyeke gumankirinê ya Descarteswarî timî zêhnê min keritand. Ez ketim rewşekê welê ku nirx û buhayeke jê bawer bikim û nas bikim, nema. Ji ber ku li aliyekî min çanda berê bi awayekî trajîk wenda dikir, li aliyê din jî li hemberî min modernîzma kapîtalîst weke dêwekî –Levîathanbilind dibû û tirsa kes nikare xwe bigihînê hebû. Min bi zor û zehmetî ji xwe bawer dikir. Ya rastî, min hewl dida li ser piyan bimînim. Hemin ev rewşeke seyr û xerîb e. Civak di rewşên bi vî rengî de dizanin rêyekê bibînin dilê endamê xwe xweş bikin. Ya
hînê seyr jî ew bû ku min bawer nedikir civakeke min jî heye. Di van şert û mercan de baweriya min bi malbat û gund nema. Heta bi zanîngehê xwendina min, şoreşgeriya min, dîndariya min a berê hemû, ji bo ku dost û dewrûber bibînin şeklî û xwenîşandan bû. Ez nîhîlîstekî tûj nebûm. Min tiştek ji dil fêhm nedikir ku ez pirr bi kok jî pêdiviyên wê bi cih bînim. Ya hînê seyrtir jî di serî de mamosteyên min, dewrûbera min ez zîrek û bawermend didîtim. Ez weke nîvdînekî bûm, ya rastî ez ji xwe piştrast nebûm ku bi rastî nîv jî hebûm. Lê wexta ez vedigerim li pey xwe dinêrim, ez dibînim ku ev dema dûrûdirêj ewqas bêkêr jî nebihurî ye. Veqetîn û pêve negirêdan, beza ber bi rastiyê ji bo vekirina rûpelekî spî, maneyeke mîna paqijkirina zemîn jî bi xwe re tînin.
Rêber APO
Çavkanî: Pareznameya Duyemîn: ŞARISTANIYA KAPÎTALÎST -Serdema Qralên Tazî û Xwedayên Bêmaske-