NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên di qadên rizgarkirî û herema Rojavayê Kurdistanê tevlî saziya leşkerî ya Erka Xwe Parastin dibin û erka xwe ya parastina welat pêk tînin. Di despeka wê erkê de her ciwanêk li Erka Xwe Parastin 45 roj perwerde dibîne û bi wê bingehê dikeve xebatê xwe. Çend ciwanên jî perwerdeyên dirêjtir dibînin û dikevin xebatên hin girantir.
Ajansa me Nûçe Ciwan bi endamên Perwerdê ya Erka Xwe Parastin axifî. 3U nerîna wan li ser xebatê Erka Xwe Parastin û Perwerdeyê girt.
Eger em welatê xwe naparezin, kî diparezê?
Endamê Erka xwe parastinê Delil Abduleziz ku ji Qamişlo ye li xebatê Erka Xwe Parastin nerîna xwe anî ser ziman:
„Nave min Delil Abduleziz e, ez ji Qamişlo me. Em hatine axa xwe biparezin. Em hatinê axa welatê xwe, parastina welatê xwe bikin. Em ê Em parastina welatê xwe nekin wê kî parastina wê bike? Pêwîste em bi xwe parastina wê bikin.
Dewleta Tirk çiqasî êrîşê me bike jî em ji wan natirsin. Welat welate me ye. Em welatê xwe dernakevin. Em paşve nagerin. Em ê pişta xwe bi xwe xwe xurt bikin, em ê dewletê xerîp xurt nakin; wek Emerîka. Çiqas ji me bixe, em ji wan natirsin, emê pêşde herin. Em ê hin jî tevlî bibin.
Gelek hevalên me jî hene şehîd ketin. Em jî hatine şûna wan bigrin. Em silahê wan rakin û silahê wan li êrdê nahelîn.
Em gişt li ser fikrê Serok dimeşin. Em ser wê fikir dimeşin û ser we fikrê jî em ê welatê xwe avabikin.“
Parastina miletê xwe, erka me ye!
Ciwanên ereb jî di nava Erka Xwe Parastin de cihê xwe digrin û ciwanê bi navê Ebdulhadî Celal Hirêd bi wî rengî xebate xwe penase kir:
„Ebdulhadî Celal Hirêd. Ez tevlî Erka Xweparastinê bûm. Ez ji bajarê Hesekê me. Erka min e ku ez parastina miletê xwe, malbata xwe û hevalê xwe bikim. Em hêvî dikin ku xortên me tevlî vê Erka Xweparastinê bibin û perwerdeya xwe bibînin. Jixwe em fêrî rihê hevaltiyê, paqijî û çêkirina xwarinê û gelek tiştin dibin.“