NAVENDA NÛÇEYAN –
Min bi salan bangî gelê Kurd kir. Qet şiyar nebûn, bi tene bûm. Niha ew rewş dîsa tê bîra min. Bangawaziya xwe ji gelê Asuri-Sûryanî re dikim!
Pêwîste bêhêvî nemînin. Bi misogerî divê derketina me, mîna derketina xwe ya cewherî binirxînin. Bi xirabî bikaranîna Kurdan ya berê ne di bin berpirsyartiya min de bû. Ez jî li hember wan im, him jî herî kêm biqasî we. Bi têkoşîna xwe ya mezin hewl didim vê xirabiyê ji holê rakim. Ji bo Ermeniyan jî bi vî rengî ye. Ya rastî ji komkujiya Ermeniyan Kurd ne berpirsyarin. Yên berpirsyarin diyarin û herî zêde em, niha li hember wan şer dikin. Yên li wan xistin, niha herî zêde ew dijminên min in. Cerdevaniya gundan niha ew dimeşînin.
Pir dixwazim carekedin serî rakin û di van têkiliyan de hemleyeke baş bikin. Ji bo hûn gel û çandeke wisa bi hêsanî ji van xakan neyên qutkirinin dibêjim. Kurdistan, welatê hevpar yê gelê Ermenî, gelê Asurî, Erebên li vir jiyan dikin û heta mirovên me yên din jiyan dikine. Em nabêjin li Kurdistanê wê tenê Kurd jiyan bikin. Bila Ermenî ji vir re bêjin Ermenîstan, Asurî bêjin Asurîstan, Ereb bêjin Erebîstan. Kurd jî bêjin Kurdistan.
Em vê weke dewlemendiyek, ji wê jî zêdetir dewlemendiya dîrokê û dewlemendiya milî dinirxînin. Em vê mîna yek ji demarên jiyanê dibînin. Yek ji daxwazên min dîtina azadî û serxwebûyîna Ermenî û Asuriya ne. Dîsa dîtina hînek bi ser xwe ve hatina Erebane. Berdin em ji bo van gelan hêmanên zextan bin, bila weke gulekê vebûyan. Min ev weke nêrînek cîhanê girtiye dest. Li devera min lê jiyan kirî gundên Ermenî, Tirk û Ereban hebûn. Û min ev her tim mîna dewlemendiyekê nirxand. Eleqeya min kişandiye û min hewl daye bi wan re hevpar jiyan bikim. Bi ti awayî hestên milî û bi nêzîkatiyên şovenîzmê biçûk dîtina wan di aqilê min re derbas nebûye. Ji bo şênberbûna Kurdistanê jî heman xal derbasdarin. Weke dîroka Kurdistanê mozaîka gel ya herî zêde gel têkilî hev bûne û ji hev bandor bûne ye. Heta di nasnameya Kurdan ya netewî de jî gelek çandên curbecur û bandora yekbûna gelan dîtin mûmkûne. Dikare bê gotin ku, nasnameya netewa Kurd hema hema ji destpêka dîrokê ve taybetmendiyên gelên hatine vê qadê girtine. Taybetmendiyên Erep, Fars, Tirk, Ermenî, Asurî û gelên ji kûrahiya dîrokî hatine girtine, taybetmendiyên wan ecibandine û kesayeta Kurd derketiye holê.
Di vê wateyê de tevî hemû rexneyên min kesayeta Kurd, weke kesayeta mirov yê herî cewherî dinirxînim. Ji ber yê herî esilzade, pêşkeftî û hêjmareke zêde taybetmendiya gel di kesayeta Kurd de hatiye pejirandin. Pejirandinek xweşike.
Dikare bê gotin; Kurd, di vê wateyê de xwedî rastiyek bûna gelê nêzî bandora yekbûna gelane, yanî nêzî taybetmendiya wê ya mirovî ye. Ji xwe kamilbûna wê, hêza wê ya sebrê, nêzbûna wê ya ji mirovan re, girêdayî van rastiyên dîrokî ye. Bi rihetî dikare Kurd bişibîne Ereb, Ecem, Tirk û Asuriyan. Şovenîst vê berevajî kirine, bi înkarkirina Kurdan dixwazin kedxwariya vê bikin. Lê divê girêdana wê ya bi rastiyê re jî neyê piştçav kirin. Ev ne tişteke xirabe. Qebûlkirineke xwezayî di gelan de nexirabe. Danûsitandina çandî, dan û wergirtina ziman, di her astê de bandorkirin û bandorbûn bûyereke xweşike. Di Kurdistanê de ev pir pêş ketiye. Wiha, di rastiya vê zanebûnê de, rastiyên netewî û çandî, em weke rastiyên xwe yên cewherî dinirxînin. Helwesteke me pir bi biryar li hember Kemalîzm û îmhaya Îslamiyeta Tirk ferz dike heye. Herî dawî jî PKK li hember pêvajoyên îmhayê yên li hember gelê Ermenî, Sûryanî, Elewî û kesîmên olî yên wek Êzîdiyan derketiye. Kurdistan weke qadeke hevpar ya van çandan hatiye fikirîn. Û taybetmendiyên wê yên baş di nav xwe de qebûl kiriye.
Heya dawî bi nêzîkatiyeke demokratîk eleqe nîşan daye û hewl daye alîkarî bigire. Em dizanin ku senteza Tirk-îslam bi Hizbulaha roja me ya îro re berê jî Naxşîbendî û bi hemû awayên tarîqatên dijberî cewhera Îslamiyetê weke amûrê êrîşekê dane bikaranîn. Û em êrîşên hevkarên Kurd jî yên li ser Êzidî û Sûryaniyan dizanin.
Ji destpêka dîrokê ve ev hevkar heya bêjî ziyan dane gelan. Û ev hevkar, nûnerê wan yê roja me ya îro cerdevan, Hizbulah, sîxurên curbecur û Kurdistan herî zêde li gelê Kurd kirine zîndan. Dîsa yê herî zêde li hember PKK‟ê şer kirine ev in. Li hember Elewîtiyê, Yêzidiyê, Sûryanîtiyê û Ermeniyan jî şer dikin. Mal û hebûna wan desteser dikin û çanda wan tine dikin. Em bi tundî li hember vê wehşiyetêne û di wê baweriyê de ne ku, têkoşîna me di heman demê de şerê gelan ya gihiştina azadî û nasnameya xwe ye.
Bi misogerî ne şerê rizgariya netewa Kurde, şerê netewa Kurdistanê ye. Şerê demokrasî û rizgariya mirovahiyê ye.
Em bi îdîane, dikarin bêjîn ku; Em ê Kurdistanê bênin rewşa welatê herî kêm têkil netewperestiyê bûye. Di roja me ya îro de Ewrûpaya di îdîaya pêşketinê de ye, em ê rûyê wê yê rast yê Bosna-Hersek derxînin holê, dîsa dema em bi singkirinên millî yên Yekîtiya Sovyetê ku herî zêde sosyalîzma pêkhatî pêşxistî tênin ber çavê xwe, sosyalîzma ku em temsîl dikin wê bi ti awayî rê ji vê re nede û dîsa welatparêziya em temsîl dikin wê bi ti awayî nebe netewperestiyeke wisa teng.
Sosyalîzim û welatparêziya di PKK‟ê de ji bo miletekî pir lewaz bi misogerî tê wateya ewleya jiyanê. Welatparêziyeke bi biryar, tê wateya demokrasiyê. Bi ti awayî wê li gorî hêjmar û hêzê di ser polîtîkayê de naçe. Ev ji dervî cewherê PKK‟ê ye. Heman tişt ji bo têkiliyên zayendî jî derbasdare. Di têkiliyên jin û zilam de azadiyek tam esas digire. Demokrasiyeke berfireh esas digire. Li şûna piranîparêziya sexte ya Rojava, piranîparêziyeke rast esas digire. Piranîparêziyeke girêdayî azadiya xwe, girêdayî welatê xwe û girêdayî mirovê xwe esas digire. Di vê mijarê de fedekariyeke nebe nasîbê ti rêxistinan PKK‟ê daye nîşan û tevgereke ev daye îsbatkirin. Her wiha em şerê xwe weke şerê mirovahî carekedin nirxên xwe bidest bixe dibînin. Li ser vê bingehê em li hember gelên di Kurdistanê de jiyan dikin jî peywirdarin.
Dixwazim ji şerê didim meşandin piştrastbin ev şer şerê wane jî û heke mumkûn be bendewariya min ew e ku ji bo vegera war û welatê xwe destpêkê di fikir de û heya bigihije berxwedaniyê xwe amade bikin.
Rêber APO
Çavkanî: Abdullah Ocalan: Dîrok di roja me de veşartiyê û em di despêka Dîrokê de veşartîne