NAVENDA NÛÇEYAN – Dema Îspanya di salên 1807 heya 1814’an ji bo azadiya xwe li hember dagirkeriya Fransa ya Napolyonê şer kiriye peyva ‘Guerrilla’ ji bo wan grûbên piçûk ku pêşiyê de keşîf bikin bi kar anîn e. Koka peyva ‘Guerilla’ di peyva ji ‘guerra’ yanî şer te. ‘Guerilla’ maneya xwe wekî şerê piçuk tê pênasekirin. Ji ber peyva ‘Guerilla’ ji bo şerê çekdariya gelên bindest li hember hêzen dagirker û desthilatdar hatiye bikar anîn, gerîla bi tekoşîna azadiya gelan hatiye naskirin û hezkirin.
Berxwederên ku li Avrûpa jî dema di şerê cihanê duyemîn de li hember hêzen faşîst ya Elman şer kirin bi navê Partîzan hatin binavkirin, lê taktîkên wan wekê taktîkên gerîla bûn.
Lê hin zûtir di welatên din de jî gelên bindest li hember hêzen dagirker û desthilatdar bi silah û taktîkên gerîla derketin qadan. Lê wek peyv piştre derdikeve pêş.
Di sedsala 20’êmîn de jî gerîla di şerên serxwebûn û azadiyê çend welatan de li hember hêzen metingerî (kolonyalist) bandora xwe çêkiriye.
Her wekî din çend rexistinên şoreşger di dîrokê de derketin ku bi şerê gerîla ji bo serxwebûna gelên bindest bi awayekê bandorker şer kirine. Gerîlayên serdema nû heya îro jî ji wan taktîkan sûd wergirtin. Lê amûrên şer, taktîkên şer diguherin û eger gerîlayên azadiya gelên bindest xwe di wê aliyê de amade nekin û profesyonelbûyina xwe avanekin, nikarin li hember teknîkên herî peşketî berxwe bidin. Ji bo wê em îro jî dibînin wan rexistinên ku berê bi serkeftî şer kirine piranî tasfiyê bûn. Tene di çênd welatan de îro bi tekoşîna xwe berdewam dikin.
Herî serkeftî îro şerê gerîlayên azadiya Kurdistan ku bi awayekê profesyonel xwe rexistin kirin û bi navê gerîlayên serdema nû guhertinên giring di nav xwe de ava kirin. Îro ew lehengan li hember teknîkên herî modern û silahên kimyewî di qadên berxwedanê de şer dikin û serdikevin.