DÊRA ZORÊ- Tevgera Ciwanên Şoreşger li herêma navendî ya Dêrezorê alîkariya yekem û perwerdehiya bîrdozî li bajarokê El Şuhêl dide da ku ciwanan hişyar bike û wan ji Şerê Gel ê Şoreşgerî re amade bike.
Di dewreyên perwerdeyê de ku nêzî 90 ciwan tên perwerdekirin, li ser girîngiya xweparastin û welatparêziyê semîner tên dayîn, her wiha perwerdeya tenduristiyê jî tê dayîn.
Armanca dewreyên perwerdeyê ew e ku di Şerê Gel ê Şoreşgerî de balê bikşînin ser pêşengiya Ciwanan û li ser vê bingehê ciwanan perwerde bikin.