AMED – Li gundê Çirnika girêdayî navçeya Sûrê, di dema bikaranîna dengan de şerê çekdarî derket û peywirdayê sindoqê yê DEM Partiyê hate kuştin.
Li gundê Çirnika girêdayî navçeya Sûra Amedê malbata AKP’î êrişî malbata DEM Partiyî a ku diçû dendayinê kir. Hat zanîn ku AKP ev demeke dirêj e ji bo peywirdarê sindoqê Emîn Çelîk ê DEM Partiyî neçe ser sindoqê gef lê dixwar. Emîn Çelîk û gelek kes di êrişa çekdarî de birîndar bûn. Çelîk ê rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çelîk ê 5 zarokên wî hene, ji bo karûbarên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî (ATK).
Piştî êrişê, leşker têketin û derketina navçeyê girtin.