NAVENDA NÛÇEYAN – Derket holê ku li navenda Mûşê kesekê 3 caran deng daye. Li Şirnexê jî mamosteye ku bertek nîşanî ‘veguhestinê’ da rastî tundiya polîsan hat.
Derket holê ku li sindoqa bi hejmara 1034’an a Dibistana Navîn a li taxa Ejmanuk a girêdayî navendê di pêşengtiya hevjîna namzetê şaredariyê yê Mûşê Feyat Asya de bi komî deng hatine bikaranîn.
AKP’yiyên ku êrişî peywîrdarên sindoqê yên mudaxileyî dayîna dengan a bikomî kirin, ji ber zêdebûna bertekan bi lez û bez ji dibistanê dûr ketin.
GIRTEK HATIN GIRTIN
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz a di cih de çavdêriya binpêkirinan dike, anî ziman ku divê sindoqa dengên bi komî hate bikaranîn were betalkirin. Di encama hewldana zêde ya parlamenter û hiqûqnasan têkildarî bûyerê girtek hate girtin.
‘JI BO KU GEL BIKARE DENGÊ XWE BIDE EM LI VIR IN’
Boz, a piştî girtekê daxuyanî da, bal kişand ser binpêkirinan û ev tişt got: “Bûyereke li ber çavên hêzên ewlehiyê çêbûye heye. Li gel welatiyên ku xwendin û nivîsana wan nîne hin kesan dişînin kabînê. Divê ev hilbijartin were betalkirin. Em ji bo gel bikare dengê xwe bide li vir in û em ê xwedî li vîna gel derkevin.”
3 CARAN DENG DA, DEM PARTIYÊ GIRTEK GIRT
Nûçeyeke din a binpêkirinê jî ji sindoqa bi hejmara 1108 a Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy a li navenda Mûşê hat. Hate diyarkirin ku jina çarşefeke reş li xwe kiriye 3 caran deng daye. Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya DEM Partiyê mudaxileyî bûyerê kir û xwest ku girtek were girtin. Di encama hewldanên navenda krîzê de têkildarî sindoqên ku jinê deng lê dan girtek hate girtin.
Li aliyê din li Milazgirê hate dîtin ku hilbijêrên veguhestî ji bo ku bi awayekî bi komî deng bidin ketine rêzê.
RIHA
Li dibistana seretayî ya li gundê Gozlek ê girêdayî navçeya Wêranşarê, Saît Gunaydin ji ser hesabên xwe yên dîjîtal parve kir ku 11 caran deng daye AKP’ê. Gunaydin ê wêneyên pisûlayan kişand bi peyama “Deng ji AKP’ê re ne. Ha bibîne kurdo, 11 heb min dan” ji kesekî din re şand. Piştî ku kesê li hemberî Gunaydin got ku dê giliyê wî bike bi gotina “Ez ê te bikujim” gef lê xwar.
ŞIRNEX
Huseyîn Tûrhanli ê li baxçeyê Dibistana Seretayî û Navîn a Sergeneral Omer Keçegîlê bertek nîşanî leşkerên “veguhestî” da, rastî tundiyê hat. Polîsan tundî li mamoste Tûrhanli kirin. Tûrhanli bi gotina “hûn dizin” bertek nîşanî rewşê da.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokê Bajêr Abdûllah Gungen û partiyiyan pêşî li leşkeran girt û bertek nîşan da.
Li dibistana behsa wê tê kirin nêzî 5 hezar hilbijêr hene. Lê beşeke zêde mirovên di lîsteyê de ne Şirnexî ne.