ŞENGAL- Saziya Perwerdeyê ya Civaka Êzidiyên Şengalê (SCP-ÊŞ) bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo ji bo dibistanên seretayî şahiyek biçûk li darxist. Di şahiyê de zarokan rojbûna Rêber APO bi stranan, govendê û pêşbirkê pîrozkirin.
Saziya Perwerdeyê ya Civaka Êzidiyên Şengalê her sal bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber APO ji bo zarokên dibistanên Kurdî şahî lidar dixe. Îsal jî wê li çend herêmên cûda yên Şengalê şahî ji bo zarokên dibistana Kurdî werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li navenda Şengalê şahiyeke biçûk ji bo zarokên 3 dibistanan hate lidarxistin. Di şahiyê de axaftin hatin kirin, stran hatin gotin, govend hate gerandin û pêşbirk hate lidarxistin.
4’ê Nîsanê rojbûnê Rêberê Gelên bindest Rêber APO ye. Bi vê wesîleyê li Şengalê li Medreseya Sor şahiyek ji bo zarokan hate lidarxistin. Zarokên tevlî şahiyê bûn kêfxweşiya xwe parve kirin û rojbûna Rêber Ocalan li hemû zarokan û tevahî civaka Êzidî pîroz kirin.
Axaftina vekirinê ya şahiyê ji aliyê Endama Koordînasyon Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ve hate kirin.
Dayê Neam di axaftina xwe de rojbûna Rêber APO li Rêber Apo, li tevahî civaka Êzidî, li zarokan, li mamostayan û li Gerîlayên Azadiyê pîroz kir.
Wê şahiyên zarokan ên bi boneya 4’ê Nîsanê li deverên cûda dewam bikin.