NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanên Şoreşger a Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Sûriyê, hejmara xwe ya 24 ya meha Adar û Nîsanê bi sernivîsa “Emê bi pêşengtiya Şehîd Bişeng û Şehîd Sara tekoşîna xwe ya azadiyê berfireh bikin” derket. Naveroka kovara ku bi zimanê Kurdî (Zaravaya Kurmancî) û Erebî tê weşandin bi vî awayî ye;
“Bi rihê berxwedanê Kawayan û tekoşîna azadiya jin em dikevin bihara 2024’an. Derbarê rojên dîrokî yên ku van mehan tijî dikin û li ser wateyê wan, di serî de em nirxandinên Rêber Apo diweşînin. Her wiha, bi bîranîna komkujiyên li ser gelê herêmê û bi taybet bîranîna şehîdên tevgera ciwanan Bişeng, Sara, Bêrîtan û Tolhildan, perspektîfên demê yên Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan û helbestên gerîlayên azadiyê, em rê li pêşiya xwe ronî dikin. Her wiha, di rojbûna 75’emîn a Rêber Apo de em jiyana wî didin nasîn. Bi mijarên çandî û zanistî jî, em kovara xwe zengîn dikin. Heya weşanekî nû em hêvî dikin ku bi dilê we be.”
Kovar li ser sîteya Ciwanên Şoreşger dikare were xwendin: https://ciwanensoresger.com/2024/03/31/kovara-ciwanen-soresger-a-adar-u-nisane-2024-hejmara-24/