NAVENDA NÛÇEYAN – Li gel ku hikûmeta AKP’ê bi hezaran polîs û leşker hilgirtiye û pere û eşyayên li hilbijêran hatine belavkirin jî di sindoqên ku heta niha li 11 bajarên Kurdistanê hatine vekirin de Partiya DEM’ê li pêş e.
Di demekê de ku proseya hejmartina dengên hilbijartinên giştî yên herêmî berdewam dike, beşeke mezin ji dengderên bajarên Kurdistanê dengên xwe dane Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM). Tevî dengên bi hezaran polîs û leşkerên ku meh berê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve sewqî herêmê hatin kirin jî, îradeya gel li ser sindoqan bi ser ket.
Li gelek cihan gel daketin qadan û serkeftina Partiya DEM’ê pîroz kirin. Li gorî sindoqên ku heta niha li bajarê Elîhê hatine vekirin, Partiya DEM’ê bi ferqeke mezin li pêş e. Gelê Elihê ev serkeftina bi heybet bi daketina kolanan pîroz kir.
Bi hezaran kes li qadan û dirûşmeyên “Bijî Serok APO” berz dikin.