BERN- Ciwanên Kurdistanê bi pêşengiya endamên TCŞ (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinen Ciwanên Tekoşer) li Bernê hatin cem hev û bi dirûşmeya “Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi serbikevin” festîvala ciwanan li dar xistin.
Çalakiya ku bi dîlan û dirûşmeyan dest pê kir di nava ciwanan de moralek mezin da avakirin. Ciwanên ku gelek caran dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin, piştî xwarina fitarê bernameya xwe berdewam kirin.
Bername bi 1 deqîqe rêzgirtin û sirûda ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Li ser navê TekoJIN’ê Dilbirîn Amed piştî rêzgirtinê axivî û wiha got;
“Wek ku her kes dizane, artêşa Tirk li çiyayên Kurdistanê derbên mezin dixwe û teknolojiya wê ya pêşketî êdî nayê bikaranîn, ev yek weke mizgîniya Newrozê hat dayîn û piştre jî mizgîniya duyemîn bû mizgîniya hilbijartinê ya li Kurdistanê. Di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Eşkere bû ku dewleta Tirk ji aliyê gerîla ve têk çûye û gelê Kurd xwedî li nasnameya xwe derketiye.
Piştre sînevîzyona li ser Rol û Mîsyona Ciwanan û pêşengên PKK’ê hate pêşandan.
Çalakiya ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.