RIHA – Serketina hilbijartinê ya Partiya DEM’ê ya li Xelfetiyê heta derengiya şevê berdewam kir.
Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinan li navçeya Xelfetî ya Rihayê (Halfetî) Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) bi ser ket. Endamên partiyê bi meşekê ji edliyeyê heta buroya hilbijartinê serketina hilbijartinê pîroz kirin. Namzetên Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram û Wekîlê bajêr Omer Ocalan û gelek endamên partiyan beşdarî meşê bûn.
Ocalan got, “Em bi helwesta we ya rast bi ser ketin. Ev hewldan keda we hemûyan e. Em li Xelfetî bi Tirkmen û Kurdan re biratî dijîn. “Em vê şaredariyê diyarî gelê xwe dikin, bi taybet jî Rêberê xwe.”
Namzetên Hevşaredar Saniye Bayram û Mehmet Karayilan peyama, “Tişta ku ya me bû, me paşde stand.”