NAVENDA NÛÇEYAN – Rojbûna Rêber APO, 4’ê Nisanê nêz ê. Di wê çarçoveye de ajansa me bi ciwanê Çiya Kobanê re axifî, ku di nava şerê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de birindar bûyê û niha wekê endamê Federasyona Gaziyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê xebatê xwe dimeşine.
Di despêka axaftina xwe de Çiya Kobanê 4’ê Nisanê ji Serokatî, hemû dayikan û hemû ciwanan û ciwanên Rojava pîroz kir û nerînên xwe li ser ew roja giring bî wî rengî anî ser ziman:
“Em bi fikra Serokatî bandor bûn e. Me ewqasî Şehîd dan e. Ewqas birindar hene. Despêkê em bi xwe bigrin wî tiştî. Em jî birindar ketin, em jî di wê şerê de man ê. Me ewqasî şer ditiyê.
Îro ewqas şer dibe, ewqas tişt dibe, gelek mirov xwe fikrî bigre. Fikra Serokatî… Serokatî ewqasî amrê xwe ya 25 sal di zindanê de qedandiyê, di nav çar diwaran de ye, gelek mirov wî tiştî jî nasbike.
Mirov Kurditiya xwe jî xwedî derkeve pir baş be. Ewqas ciwanên me jî hene, bê kar mane, bê tişt man e, ew fikrê Serokatî pir bigrin, pir baş be. Ji aliyê çi de, jî milê mirov xwe bifikre jî, wê fikre têxe bala xwe de.
Anha hinek Kurd hene dibên ‘Ez Kurdim lê zimanê xwe nizanim’. E temam Kurdiya xwe nasbike, kija helbeste tekevê Kurdiya te. Çi karê te ye? Îro tu çi bike heyata xwe de? Giring e.
Serokatî ewqas amrê qedandiyê ji bo me Kurdan. Ji bo Kurd bindest neminen wek berê. Kurd berê nikarîbûn Kurdî biaxifin, nikarîbûn zimanê xwe bi kar bînin. Ama îro zimanê me çêbû, karê me çêbû, ewqasî tişt nav Kurda çebû ye. Îmkanî heye, ne tine ye.
Em dibejîn hemû ciwan hene, ciwanên bê kar man e, runiştine, yanî tu karî nakin. Ew jî dikarin xebatekê ji xwe re bikin. Dikarin tevlî kar bibin, fikrekê bigrin. Fikra Serokatî… Serokatî çawa jiyan dike, di nav 4 diwaran de ye. Fikrên wî gelekî heye, gelek mirov ji we re xwe giredayê bike.
Ji bo fikrên Serokatî jî ji bo hemû gelan, ji bo gelê Rojava û derveyê Rojava jî dibe. Hemû welatê me ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Çiya Kobanê got:
Rojbûna Serok, rojbûna me ye. Rojbûna Serok, rojbûna azadiyê ye. Em 4’ê Nisanê ji Serok APO, ji dayikên şehîdan û hemû ciwanan pîroz dikin.”