STUTTGART – Ciwanên TCŞ û TekoJIN’ê ku îro li Stûttgartê hatin cem hev, ji pirtûka Rêbertî ya bi navê ‘Çawa Bijîn’ ‘Têkilî û Şêwaza Şoreşgerî’ û ‘Mafê Jiyanê, Mafê Şer e’ xwendin.
Ciwanan diyar kirin ku di vê pêvajoyê de, bi taybetî di serdemeke ku dewleta Tirk a faşîst bi zanebûn hewl dide şerên kolanan derxîne, çeka herî bi hêz a ciwanên Kurd fêmkirin û zindîkirina fikir û felsefeya Rêber APO ye.
Bi taybetî jî îspat kir ku çavkaniya berxwedana mezin a gerîlayan a li hemberî hemû hovîtî û teknîkê ew bû ku Rêber APO jiyanî kirin.
Ciwan: “Bi têkbirina teknîka dewleta Tirk a faşîst a gerîla ku bi qehremanî şer kir, gotina Rêber APO ya ‘Teknolojiya herî mezin mirov bi xwe ye’ îspat kirin. Em weke ciwanên Kurd diyar dikin ku ji bo serketinê di jiyanê de li her derê û her demê bi îdeolojiya Rêber APO bijîn.”