BEHDÎNAN- 26 jinên ciwan 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Çiyayên Azadiyê pîroz kirin û diyar kirin ku di 4’ê Nîsana 2024’an de berê xwe dane rojê, Rêbertî û tevlî refên gerîla bûne, da ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.
Di daxuyaniyên bi zaravayê Soranî û Tirkî ku hate dayin de diyar kirin ku ew weke jinên ciwan ên Rêber APO tu carî jiyanek bê Rêbertî qebûl nakin û gotin, “Çawa ku di dema komploya xiyanetê de bi hezaran ciwan û jinên Kurd ên leheng herikîn nava refên gerîla û xeta Rêbertiyê; Bi vê biryardariyê em weke 26 jinên ciwan ên Kurdistanê li dijî dagirkeriya ji her 4 parçeyên Kurdistanê serî hildidin, berê xwe didin rojê, Rêberê xwe.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê li Zap, Avaşîn û Metîna destan nivîsandin û hat gotin, “Di pêvajoyeke wiha de divê her kes erkên xwe yên welatparêzî pêk bîne. Divê hemû ciwan û jinên ciwan, gelê me yê bi qîmet zanibin ku jiyana di bin siya faşîzmê de nayê gotin jiyan e. Faşîzm ji bilî koletiyê tiştekî din ê pêşkêşî jin û ciwanan nake. Em nikarin û divê tu carî jî qebûl nekin”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wan bang li hemû jinên ciwan û ciwanan li Rêbertiyê dikin û wiha dewam kir: “Em bang li we dikin ku tevlî têkoşîna gerîla ya ku esasê jiyana bi rûmet e, bibin! Em bang li we dikin ku agirê berxwedanê li ser rêya Bişeng û Sarayan bilind bikin! Werin em hemû li dora Rêbertî bibin xeleka îradeya pola ya jinên ciwan! Werin em li çiyayên azad bi Rêbertî re hevdîtinê bikin!”
Ji bo hemû gelê me yê welatparêz û ciwanên Kurdistanê
Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelan Serok APO bi komployeke navneteweyî ya xayîn hate dîlgirtin. Di şexsê Rêberê me de bi milyonan kes, gel, jin û ciwan hewl dan ku bên girtin. Xwestin jiyana bê Rêbertî bi me bidin qebûlkirin. Ya ku li Îmraliyê qewimî polîtîkaya qirkirin û îmhayê ye. Bi sîstema tasfiyekirina Kurdan, jinan, yên dibêjin sosyalîst, yên ku dibêjin azadîxwaz, yên dibêjin demokrat in, tasfiye dike.
Rêbertiya me her roj, her saet û her kêlî li dijî vê pergala êşkenceyê ya li ser me jin, ciwan û gelan li ber xwe dide û têdikoşe. Rêber APO ji bo parastina namûsa Kurdan û pêşkêşkirina jiyana jin a azadîxwaz, demokratîk û ekolojîk ji hemû gelan re navê destana berxwedan û îradeya li Îmraliyê ye . Dema ku em van 25 salên cudabûna fizîkî ya ji Rêbertî li pey xwe dihêlin û dikevin sala 26’an, em careke din ji hêzên dagirker ên faşîst re dibêjin: “Weke jinên ciwanên APO’yi yên welatparêz, em ê ti carî jiyanek bê Rêbertî qebûl nekin.” “Çawa ku şehîdên me yên leheng li dijî komploya 15’ê Sibatê bedena xwe dan ber agir û li dora Rêbertî çemberek ji agir ava kirin, em jî ruhê van şehîdan ji xwe re esas digirin û arasteyî Rêbertiyê dikin. Çawa ku di dema komploya xiyanetê de bi hezaran ciwan û jinên Kurd ên leheng herikîn nava refên gerîla û xeta Rêbertiyê; Bi vê biryardariyê em weke 26 jinên ciwan ên Kurdistanê li dijî dagirkeriya ji her 4 parçeyên Kurdistanê serî hildidin, berê xwe didin rojê, Rêberê xwe. Û di Nîsana 2024-2024’an de tevlî refên gerîla dibin da ku azadiya fizîkî ya gelê Kurd misoger bikin.
Cihê her jineke ciwan a ku dixwaze bi azadî, mirovahî, jin û bi rûmet bijî çiyayên pîroz e!
Hemû hêzên NATO’yê, di serî de rejîma faşîst a kolonyalîst AKP-MHP û DYA’yê, ji bo îmha û tasfiyekirina Rêberê me, Tevgera me ya Azadiyê û Kurdistanê, her cure planên qirkirinê xistine meriyetê. 9 sal in em di nava şerekî bênavber de ne. Gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê Zap-Avaşîn û Metîna jî destana berxwedanê dinivîsin û bi operasyonên şoreşgerî ji vê kolonyalîzma faşîst, çekên kîmyewî û qedexekirî hesab dixwazin û bi rastî koka wan dikolin! Di pêvajoyeke wiha de divê her kes erkên xwe yên welatparêzî pêk bîne. Divê hemû ciwan û jinên ciwan, gelê me yê bi qîmet zanibin ku jiyana di bin siya faşîzmê de nayê gotin jiyan e. Faşîzm ji bilî koletiyê tiştekî din ê pêşkêşî jin û ciwanan nake. Em nikarin û divê tu carî jî qebûl nekin ku bi sîstemeke wisa hov, tecawizkar, tacîzkar ku her roj jin, zarok û ekolojiyê qetil dike!
Em bang li hemû ciwanan dikin ku xwedî li Rêbertî derkevin!
Em bang li we dikin ku tevlî têkoşîna gerîla ya ku esasê jiyana bi rûmet e, bibin! Em bang li we dikin ku agirê berxwedanê li ser rêya Bişeng û Sarayan bilind bikin!
Rêber APO Azadî ye, Rêbertî jiyana nû bi xwe ye. Em weke jinên ciwan ku soza jiyana bi Rêbertî re sond xwariye; Em çeperên gerîlayên ku li dijî faşîzm û îstîsmarê jiyana xwe ya exlaqî û mirovî diparêzin weke cihê heqîqetê dibînin. Divê her kes bizane ku em tenê bi têkoşînê dikarin azadî, demokrasî û jiyana jinê pêk bînin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwan û jinên ciwan dikin ku bi heqîqetê rabin û herin nava refên PKK û PAJK’ê!!
Werin em hemû li dora Rêbertî bibin xeleka îradeya pola ya jinên ciwan! Werin em li çiyayên azad bi Rêbertî re hevdîtinê bikin!
Biji Serok APO
Be Serok Jiyan Nabe
Jinen Ciwan fedayi Reber APO ne!
Devrimci Selam ve Saygılar
4’ê Nisanê 2024