DIRBÊSIYÊ – Îro Yekîtiya Jinên Ciwan li Dirbesiyê, bi boneya nêzbûna 4’ê nîsanê, roja rojbûna Rêber Apo, li ser goristana Şehîd Rûstem Cûdî dar çandin. Her sal ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo di gelek cihan dar tên çandin, ku sembola jiyana domdar in.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.
Weke ku gelê kurd weke şitilekê dihat hesibandin û bi tekoşîna Rêber Apo ji nû ve zindî bû, her sal, gelê kurd bi çandina daran ev vejîn dide nîşan dan.