QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo xwendekarên jin, bi boneya nêzbûna rojbûna 75’emîn a Rêber Apo, li fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Rojava dar çandin. Ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê bi dehan jinên ciwan beşdarî çalakî bûn.
Xwendekara bi navê Viyan derbarê çalakiya ji bo 4’ê Nîsan bi Nûçe Ciwan re axivî:
“Navê min Viyan e. Ez beşa wêjeya kurdî li Zanîngeha Rojava dixwînim. Îro em hatin vir da ku em rojbûna Serokatî pîroz bikin. Rojbûna Serokatî rojbûna hemû mîrovan e. Em îro hatin daran biçînin ji ber ku dar wate dide jiyanê. Dar di dema zivistanê de hişk dibe ama dema biharê tê şîn dibe. Jiyana me jî wek jiyana dara ye, zehmetî di jiyana me de heye ama jiyana me tim şîn tê, mîna daran di bûharê de.
Serokatî di 4’ê Nîsanê de neheta jiyanê, wek îro em ne li vir bûn. Felsefeya Rêber Apo wisa belav nebûbûya wek îro. Em li Zaningeha Rojava felsefeya Rêber Apo belav dikin ji bo ku pêşketin di mirovan de çêbibê. Felsefeya Rêber Apo felsefeya me ye û emê heya noqteyek xwîn di canê me de hebe felsefeya Rêber Apo pêşbixin û berdewam bikin. Em 4’ê Nisanê li hemû gelê kurd û li Rêber Apo pîroz dikin.”