NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya YCWK’ê ya Wanê de hat ragihandin ku ciwan li kolanên Wanê li dijî darbeya li dijî îradeya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li ber xwe didin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Taxa Xaçortê li dijî kamerayên tomaya li Taxa Xaçortê, li dijî kamerayên A101 ên li Kolana Cumhuriyetê û kamerayên mobîl ên li Kolana 2 Nîsan, çalakî hatiye lidarxistin û wiha hat gotin: “Em bang li hemû jinên ciwan û ciwanên welatparêz ên Kurdistan dikin, parastina vîna gelê Kurd, xwedî derbikevin.”
Naveroka daxuyaniyê wiha ye;
“Yekîneyên me yên YCWK’ê yên Wan’ê ji roja destpêkê ve li dijî vîna gel a hatiye desteserkirin çalakî pêk anîne.
Di çarçoveya van çalakiyan de;
-TOMAya ku li Taxa Xaçortê bi molotofan hatibû hedefgirtin, veguherî topeke agir.
-A101 a li Qada Cumhuriyetê bû hedef.
-Kamerayên mobîl ên li Kolana Nîsanê hatin îmhakirin.
-Li Taxa Bahçivanê, yekîneyên me mudaxeleyî maşînên zirxî yên dijmin kirin, rê barîkat girtin û bi polîsên dagirker re pevçûn derket.
Ev agirê Serhildan ku Yekîneyên YCWK Wan pêxistiye li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê dê bibe bersiva herî mezin ji dagirkeran re. Em bang li hemû jin û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku vîna gelê Kurd biparêzin. Li ser navê demokrasiyê ji dewleta Tirk a faşîst hêvîkirin tiştekî şaş e. Bê şik dixwazin vê desteserkirina îradeyê ya duh û îro hatiye kirin, sibê jî bidomînin. Hemû ciwan û gelê Kurdistanê yên bi rûmet tu carî rê nadin li ber dagirkeran. Weke YCWK’ê me weke her carê li gel gelê xwe yê Wan û hemû Kurdistanê cihê xwe weke hêzeke pêşeng girtiye û em ê bidomînin.”
“Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku agirê Serhildan bilind bikin.”
Bijî Şerê Gelê Şoreşgerî
Bijî YCWK
Bijî Serok APO