NAVENDA NÛÇEYAN – Dema mirov li rastiya Amarayê dinêre, dibîne ku bingeha manîfestoya azadiyê li Amarayê hatiye danîn. Rêber APO di zaroktiya xwe de dest bi lêgerîna heqîqetê kiriye û ev lêgerîn heta niha bênavber didome. Ji bo vê yekê gelê welatparêz di 4ê Nîsanê de berê xwe didan Amara. Meşa Amara weke çandekê di nava gelê welatparêz cihê xwe girtibû. Di sala 2009′ an de jî gelê welatparêz ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber APO meşek dabûn despêkirin û dixwestin rojbûna Rêberê Gelên bindest Rêber APO li cihê jidayikbûye pîroz bikin.
Lê di 4’ê Nîsana 2009’an de dilê Kurdan cardin bi êş bû. Dîsa dijmin êrîş kiribûn; 2 kes hatibûn qetilkirin. Mustefa Dag û Mahsûm Karaoglan. Ev her du kes di nav civakê welatparêz de wek “Şehîdên Amara” hatin binavkirin.
Şehîdên Amarayê
Ji gelek deveran bi sed hezaran mirov ber bi Amara diherikîn ku di nav wan de Mahsûm Karaoglan ê ji Amedê û Mustafa Dag ê ji Pirsûsê jî hebûn. Wê salê her çiqas dewleta Tirk rê li çûna gund girtibû jî gelê me welatparêz berê xwe da bûn gund û nêzîkî wir bibûn. Lê gundê Amara ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçandin. Destûr nedihat dayîn ku kes derbasî gund bibe. Gelê me jî bi israr bûn. Û nîqaş di navbera gel û leşkeran çêdibûn. Di vê kêliyê de leşkeran, êrîşî sivîlan kir û di encamê de 2 ciwanên Kurd ên bi navê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag hatin qetilkirin. Nezikî 60 kesan jî birîndar bûn.
Mahsûn Karaoglan
Tam 2 sal piştî ku qehremanê Kurd, fermandar Mahsûm Korkmaz- Egît, şehîd ket, di 28’ê Adara 1988’an de li Erganî zarokekî malbata Karaoglan hat dinê û navê wî Mahsûm danîn. Lê di nav malê de herdem jêre gotin, Egîd. Malbata Egîd hîn ew di 6 saliya xwe de bû koçî bajarên Tirkan dike. Li vê derê dibistanê dixwîne û piştî dibistana Lîse li zanîngeha Dîcle dest bi xwendinê dike. Bi vegera xwe ya Kurdistanê re bi hevalên xwe re birêxistin dibe. Di nav xebatên ciwanan de cih digire û di 3’ê Nîsanê de dema meşa Amara dest pê kir, Mahsûm Karaoglan jî ketibû rê ji bo here Amarayê. Li wir di êrîşa polîsên Tirk de fîşekek li serê wî dikeve û birîdar dibe. Lê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wî bi merasîmeke girseyî tê defnkirin.
Mûstefa Dag
2 sal piştî Cûntaya 12’ê Îlonê dema Mûstefa Dag li Pirsusê hat dinê PKK’ê li kampên Lubnanê endamên xwe perwerde dikirin û amadekariya vegera welat dikir. Di vê demê de wek herderê Kurdistanê li Pirsûsê jî bêdengiyeke siyasî hebû.
Mustafa Dag, di demêkê wiha de mezin dibe û ji bo belengaziya malbatê di temenê xwe yê biçûk de li înşaatan dest bi xebatê dike.
Di 3’yê Nîsan a 2009’an dema ew jî berê xwe dide Amarayê xwediyê du zarokan e. Wê rojê li gel wî hevalê wî Mehmet Çelîk hebû. Çelîk wiha behsa wê rojê dike: “Em çûne Elîgorê. Li wê derê me wesayit nedî. Piştre em çûn Partiyê me ji hevala pirskir, wan jî got cih tineye. Heval Mistefa bi israr bû. Ji gelek deveran mirov hatibûn daku herin Amarayê. Em bi nav wan ketin lê me dîsa cih nedî. Piştre Minîbûsek hat ez girtim, heval Mistefa li wê derê ma. Piştre ew jî bi wesayîteke din bi rê dikeve”
Piştî hevalê wî Mehmed çû ew apê xwe Elî li wê derê mabûn. Elî Dag ê birayê wî jî wiha behsa wê rojê dike. “Ew berî min bi rê ketibû. Piştî ku wesayîd nedîbû têlefonî min kir. Ez dema hatim cem wî, min got va Memed jî çû cih dît û çû tu jî vegere. Ji min re got di rojek wiha de ji bo serok ku neçim ezê kengî herim. Piştî demekê wesayîtek me dît û em bi rê ketin.”
Wexta tên herêma di navabera Xelefetî û Bîrecîkê Karataşê dibînin ku rê li wan girtine. Dîsa di vir de polîsên Tirk êrîşî gel dikin û gulleyan dibarînin ser gel. Kaosek çêbibû. Li hember êrîşa eskeran gel li berxwedida. Di vê êrîşê de fîşekekê îsabetî serê Mustefa Dag kir. Dag li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mustefa Dag jî wek cenazeyê Mahsûm Karaoglan bir merasîmek girseyî li Pirsûsê hat definkirin.
Kujêr bêceza hiştin
Ji bo ku sûcdar werin darizandin û cezakirin pêvajoya darizandinê hat destpêkirin. Her danişînên dadgehê bi sikandalan encam dibûn.
Tu caran failên bûyerê nehatin dîtin û darizandin. Bi hinceta ku di dosyayê de kêmasî hene di derbarê leşkerên ku wê rojê li wê derê bûn doz nehat vekirin. Sal derbasbûn malbata Karaoglan û Dag dema ku ji dadgehên Tirkiyeyê encamek negirtin, serî li dadgeha mafên mirovan ya Ewrûpa dan û ev doz hîn bi encam nebûye.
Mûstafa Dag û Mahsûm Karaoglan di meşa sala 2009’an a ber bi Amarayê de hatin qetilkirin û lêpirsîna derheqê wan de ev 15 sal in bênencam e.